Agir bi mala wan ket: 2 xwişk û birayek di xew de canê xwe ji dest dan

30-12-2022
RÛDAW
Wêneyên her du xiwişkan Roze û Şehd li gel birayê wan Feysel. Wêne: Rûdaw
Wêneyên her du xiwişkan Roze û Şehd li gel birayê wan Feysel. Wêne: Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê Bexdayê di şewata malekê de sê zarokan canê xwe ji dest dan. Dê û bavê wan sê zarokan û xwişk û birayekî zarokan ji şewatê rizgar bûn.

Bûyer şeva Pêncşembê li navçeya Îhlam a li başûrê Bexdayê çê bû û mala ku şewat lê derketiye, ya efserekî Hêza Esmanî ya Iraqê yê bi navê Basim Cebir Etiyye (46 salî) ye, ku hevjîna wî jî 40 salî û fermanberê hikûmetê ye.

Di bûyerê de 3 zarokên wê malbatê ku xwişk û bira û her sê 13 salî ne, ji ber dûkelê canê xwe ji dest dane. Navê her du xwişkan Şehd û Roze û navê birayê wan jî Feysel e.

Cîranê wê malê yê bi navê Eqîl Mihemed derbarê bûyerê de ji Rûdawê re got, “Derdora saet 02:00 an 03:00 me dengê qêrîn û hawarê bihîst, em derketin derve û me dayik û bav dîtin ku li balkonê hawar dikirin; me rizgar bikin. Ev deriyê hesin neşikest, me yê duyem şikand, lê belê dukel zêde bû û me nekarî. Em ew dar anîn û hin ciwanan karîn hilkişin serî, lê dayik û bav jix ema zarokên xwe nekarîn bên xwarê.”

Hevalê Feysel, Muhenned Macid ji ber jidestdana hevalê xwe gelek dilteng û bêzar bûye. Muhenned Macid ji Rûdawê axivî û got, “Feysel gelek hezkirî bû, rûgeş bû, gotin canê xwe ji dest daye. Ez ji bo wî giriyam, me bi bisîkletê bi hev re dilîst û hemû tiştekî me bi hev re bû.”

Rêveberê Berevaniya Sivîl a Iraqê, emîd Cewdet Ebdurehman derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, “Ew malbat di xew de bûne dema ku agir bi malê ketiye. Ji ber dûkelê ew sê zarok xeniqîne, herwiha dîwarê malê bi elîkobon (corek plastîk) hatiye nixûmandin û ew jî bûye sedema gurbûna agir.”

Derbarê sedema şewatê de jî diyar kir, ku agir bi sedema “kontakta elektrîkê” çê bûye.

Li gor raporteke “Çavdêriya Iraqa Kesk” ku taybet bi jîngehê ye, ji destpêka sala 2022an ve heta niha, bêtir ji 26 hezar bûyerên agirpêketinê li Iraqê çê bûne û tenê li Bexdayê bi sedema şewatan zêdetir ji 100 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst