Amerîkayê zirxpoş dan artêşa Iraqê

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê wekî alîkarî 30 otomobîlên bizirx dan artêşa Iraqê ku di parastina Herêma Kesk a li Bexdayê de bên bikaranîn.

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku ji bo ewlekariya Herêma Kesk û navenda Bexdayê, 30 zirxpoş bo artêşa Iraqê hatin radestkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev, gaveke di çarçoveya hevkariya ewlekariyê ya Amerîka û artêşa Iraqê de ye û hat gotin, “Ji bo siberojeke ewle û aram a ji bo gelê Iraqê em dê xebata xwe ya hevre bidomînin.”

Li dijî Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê herî dawî 20ê Kanûna 2020an bi 8 roketan êrîş hatibû kirin. Tê îdiakirin, destê milîsên Şîe yên radîkal ên nêzîkî Îranê di van êrîşên ku pirî carî tên kirin de heye. 

Hatibû îdiakirin, ji ber bûyeran dîplomatên Amerîkayî ji balyozxaneyê çûn.