Adil Ebdulmehdî: Êrîşa Amerîkayê destdirêjî ye û nayê qebûlkirin

30-12-2019
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Karbirêkerê Iraqê, Adil Ebdulmehdî êrîşên Amerîkayê bo ser baregehên Heşda Şeibî li Iraqê wek destdirêjî bi nav kir û ragihand, ku ew yek nayê qebûlkirin. Ebdulmehdî herwiha dibêje: “Êrîşa Amerîkayê dê bibe sedema encamên metirsîdar.”

Adil Ebdulmehdî di civîna îro ya Civata Wezîran de amaje bi êrîşên Amerîkayê bo ser Katayibên Hizbullaha Iraqê li Iraqê û Sûriyê kir û ragihand: “Em tekezî li ser dûrgirtina Iraqê ji cemserbendî û metirsiyên şer dikin, êrîşa Amerîkayê jî destdirêjî ye û nayê qebûlkirin.”

Piştî civîna Civata Wezîran, Civata Asayişa Niştimanî ya Iraqê jî civîneke awarte saz kir û têde êrîşn Amerîkayê yên bo ser grûpeke Heşda Şeibî nirxand.

Civata Asayişa Niştimanî ya Iraqê ragihand, “êrîşa Amerîkayê berovajî armanc û bingehên Hevpeymaniya Navdewletî ye û dibe sedem ku Iraq pêwnediyên xwe di ber çavan re derbas bike û tekez dike, hikûmeta Iraqê êrîşê şermezar dike.

Civata Asayişa Niştimanî ya Iraqê herwiha da xuyakirin, “ev êrîş binpêkirina serweriya Iraqê ye, binpêkirineke metirsîdar e bo ser bingehên karê hêzên hevpeymanan, ji wan jî hêzên Amerîkayê.”

Li gor daxuyaniyê, “hêzên Amerîkayê yek alî û bêyî razîbûna hikûmeta Iraqê operasyon pêk anîne û operasyonê jî hêzên Iraqî kirine armanc ku erkê wan parastina sînor e li dijî paşmayiyên DAIŞê, ew yek jî serweriya Iraqê dixe metirsiyê û bê cudahî gef e li ser hemû aliyan.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye gotin, “gefkirina li asayişa Iraqê û tevlîkirina Iraqê di nav rikeberiyan de dibe sedema bandoreke xirab û zirareke mezin ji bo hemû aliyan, piraniya kesên ku di êrîşê de jî hatine kuştin, di serkeftinên bi ser DAIŞê de rol dîtine û beşdar bûne.”

Civata Asayişa Niştimanî ya Iraqê tekez jî dike, “hikûmeta Iraqê hemû hewlên xwe dide ji bo ku rêgiriyê li rûdana pevçûnan û kêmkirina wan li welat û navçeyê bigire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst