Şêwirmendê Malikî: Çadir û xîvetên xwepêşanderên Enberê hatin komkirin

30-12-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, Elî Mûsewî eşkere kir ku hêzên polîsên Iraqê bi alîkariya milîsên parêzgeha Enbarê li ser rakirina çadir û xîvetên xwepêşanderên parêzgehê li hev kirine.

Elî Mûsewî îro (30.12.2013) di daxuyaniyekê de ku li ser rûpela wî ya facebookê hatiye belavkirin, ragihand, li gorî agahiyên berpirsên operasyonên serbazî li parêzgeh Enbarê, hêzên polîs û milîsên girêdayî eşîrên wê deverê çadir û xîvetên xwepêşanderan kom kirine.

Mûsewî her wiha îdia kirk u li nav xwepêşanderan de “2 otomobîlên bombekirî” hatiye dîtin û pûçkirin.

Şêwirmendê Malikî her wiha anî ziman ku piştî belavbûna xwepêşanderan “çekdarên El Qaîdê” ji wê deverê reviyane.

Di daxuyaniya wî berpirsê Iraqî de hatiye gotin ku dê di demek nêzîk de meydan û cihên xwepêşandanê yên Enbarê ji medyayê re bê vekirin.

Ev demek dirêj e li parêzgeha Enber a Iraqê, li dijî hikûmetê xwepêşandan tê lidarxistin. Duh wezîrê parastina Iraqê bi tundî gef li xwepêşanderan xwaribû û gotibû, eger di nav 48 saetan de xwepêşandan bidawî nebe dê bi darê zorê ji hev belav bikin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li hember vê rewşê nerazîbûn dabû nîşandan û xwastibû, alozî û arîşeyên Enberê di zûtirîn dem de bê çareserkirin û pirsa nerazîbûna xelkê û terorê tevlîhev neyê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst