Îraqê sînorê xwe yê bi Sûriyeyê re girt
Hewlêr (Rûdaw) - Îraqê bi biryara Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî sînorê xwe yê bi Sûriyeyê re girt.
Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Îraqê Qeys Mihemedawî li ser mijarê daxuyaniyek da.
Qeys Mihemedawî ragihand ku Îraqê sînorê xwe yê bi Sûriyeyê re bi temamî girtiye.
Ev biryar bi fermana Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şîa Sûdanî hat dayîn.
Qeys Mihemedawî got, "Hêzên ewlehiyê dikarin Îraqê biparêzin û ji hemû gefan re amade ne."
Ev biryar piştî ku komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişê parêzgehên Îdlib û Helebê kir hat wergirtin.