Îraqê sînorê xwe yê bi Sûriyeyê re girt

30-11-2024
RÛDAW
Nîşan Îraq Sûriye Sînor Mihemed Şiya Sûdanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îraqê bi biryara Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî sînorê xwe yê bi Sûriyeyê re girt.

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Îraqê Qeys Mihemedawî li ser mijarê daxuyaniyek da.

Qeys Mihemedawî ragihand ku Îraqê sînorê xwe yê bi Sûriyeyê re bi temamî girtiye.

Ev biryar bi fermana Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şîa Sûdanî hat dayîn.

Qeys Mihemedawî  got, "Hêzên ewlehiyê dikarin Îraqê biparêzin û ji hemû gefan re amade ne."

Ev biryar piştî ku komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişê parêzgehên Îdlib û Helebê kir hat wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst