Adil Ebdulmehdî îstifaya xwe da parlamentoyê

30-11-2019
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî daxwaz ji parlamanê kir ku bi zûtirîn dem kesekê li şûna wî destnîşan bike. Ebdulmehdî da zanîn ku daxwaznameya îstîfa xwe pêşkeşî parlamentoyê kiriye.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand, dest ji kar kişandina wî pêngaveke giring bûye bû aramkirina rewşa Iraqê û daxwaz ji parlamentoyê kir ku dest ji kar kişandina wî pesend bike.

Adil Ebdulmehdî da xuyakirin ku piştî şêwiriya li gel desthilata dadweriyê dest ji kar kişandina xwe pêşkêşî parlamentoyê kiriye.

Ev di demekî de ye ku biryar e sibe Parlamentoya Iraqê bo gotûbêjkirina dest ji kar kişandina Adil Ebdulmehdî bicive. 

Weke amadekariyek bo bersivdana her bûyereke nexwestî li parêzgehên Babil, Dîwaniye, Necef sibe yekşemê bêhnvedan hatiye ragihandin.

Adil Ebdulmehdî duh ragihandibû ku bi sedema welat nekeve tevlîheviyê, li ser banga rêberê mezin ê şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî gotibû ku dê daxwaznameya îstîfa xwe bişîne parlementoyê.

Adil Ebdûlehdî kî ye?

Adil Ebdûlmehdî, sala 1942an li Bexdayê ji dayîk bû. Sala 1962an çû Fransayê. Sala 1963an bawernameya bakaloryayê di warê aboriyê de wergirt. 1970an mastera xwe li ser Zanista Siyasetê li Parîsê bi dawî kir û 1972an jî masterek li ser aboriya siyasî bidest xist. Jibilî Erebî zimanên Îngîlîzî û Fransî dizane.

Ebdûlmehdî ku di ciwaniya xwe de di bin karîgeriya hizra nasyonalîzma Erebî debû, heyamekê Serokatiya Peymangeha Fransî ya Lêkolînên Îslamî kir. Sala 1970an bû endamê Hizba Şîwî ya Iraqê. Piştî rûxandina rejîma Baes bû Wezîrê Darayî li wî welatî. Bo maweyekê bû Serokwezîrê Iraqê.  Sala 2005an bû Cîgirê Serokomar û herwiha Endamê Encûmena Bilind a Îslamî ya Iraqê bû. Sala 2007an ji hewldaneke terorkirinê rizgar bû.

Adil Ebdûlmehdî ji sala 2014an heta 2016an Wezîrê Petrolê yê Iraqê bû. 2ê Cotmeha 2018an erkê pêkanîna hikûmetê bi wî hat raspartin û 24ê Cotmehê jî sonda yasayî xwar û bi awayekî fermî bû Serokwezîrê Iraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst