Şerê kolan bi kolan - Li 2 taxên bajêr şer giran e!

30-11-2016
RÛDAW
Li Mûsilê şer girantir dibe
Li Mûsilê şer girantir dibe
Nîşan Şer Şerê kolan bi kolan Mûsil Artêşa Iraqê DAIŞ Şerê_Mûsilê
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Îro çarşemî li 2 taxên bajarê Mûsilê şer û pevçûnên giran di navbera hêzên iraqî û çekdarên DAIŞê de derketin. Firokeyên şer ên Iraqê jî cihên çekdarên DAIŞê li her du taxan bi armanc girtin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li nava bajarê Mûsilê Sîdad Leşkerî ragihand: “Şer û pevçûn di navbera Artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de li çend taxên rojhilata bajarê Mûsilê berdewam e.”

 

Sîdad Leşkerî got: “Hêzên yekîneya Antî-Teror a Iraqê jî şerê kolan bi kolan dikin.”

 

Li gorî peyamnêrê me, ji serê sibehiya îro çarşemî 30ê Mijdarê ve, firokeyên cengî yên Iraqê bi ser esmanê taxên aliyê rojhilata Mûsilê de digerin, ku ji aliyê hêzên iraqî ve hatine kontrolkirin.

 

Herwiha hêzên iraqî ji wan taxên aliyê rojhilata Mûsilê ve ku ji destê DAIŞê derxistine, taxên di bin kontrola çekdarên DAIŞê de topbaran dikin.

 

Peyamnêrê me destnîşan kir: “Niha li taxên Îilam û Nûr ên bajarê Mûsilê şerekî dijwar di navbera Artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de heye. Herwiha li çend cihên Taxa Bekir jî şer di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên iraqî de derketiye, lê belê hêzên iraqî nekarîne wê taxê kontrol bikin.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst