Dije Teror: 3 taxên din hatine kontrolkirin

30-11-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Şerê_Mûsilê Dije Teror DAIŞ
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Fermandarê hêzên Dije Terora Iraqê ragihand ku 3 taxên rojhilatê Mûsilê ji DAIŞiyan hatiye paqijkirin.

 

Di pêngava duwemîn a operasyona Mûsilê de Artêşa Iraqê ber bi taxên nav bajêr ve pêş dikevin û şer û pevçûnên dijwar di kolanên rojhilatê Mûsilê de hene.

 

Fermandarê Hêzên Dije Terora Iraqê General Ebdulwehab Sedî bi daxuyaniyekî eşkere kir, ku li rojhilatê bajêr hêzên wan taxên Qadîseya Duyemîn, Çarrêya Mehrûq û ya Ebadî bi temamî ji DAIŞê û paşmayên wî paqîj kirine.

 

Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê roja 17ê Cotmehê dest bi operasyona kontrolkirina Mûsilê kirin.

 

Di duwemîn qonaxa operasyonê de heta niha Artêşa Iraqê 23 tax û kolanên Mûsilê kontrol kirine.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst