Li Mûsilê 11 term hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Parastina Sivîlan a Îraqê ragihand ku tîmên wan li Musilê, li bin avahiyeke rûxiyayî de, 11 term dîtine.

Herwiha hat ragihandin ku cenazeyên hatine dîtin bi tevahî xirab bûne û nayên naskirin.

Rêveberiya Parastina Sivîlan a Îraqê duh di daxuyaniyekê de ragihand ku ew li ser hebûna hinek cenazeyên di binê kavilekî de hatine agahdarkirin.

Rêveberiyê got, li ser agahdariyê tîmên wan çûne cihê bûyerê û ji binê avahiya rûxiyayî 11 term derxistine ku nayên naskirin.

Li gorî zanyariyên Rêveberiyê, cenazeyên hatine dîtin xirab bûne, ji ber wê sedemê jî nikarin nasnameya wan kesan diyar bikin.

Ji bo eşkerkirina nasnameya wan, cenaze şandine Tiba Dadî ya Musilê.