120 hezar koçber mafê wan ê dengdanê heye û zindanî bi merc deng didin

30-09-2021
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Iraqê Koçber Dengdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku li hemû Iraqê zêdeyî 120 hezar koçber mafê wan ê dengdanê heye û zindanî jî bi merc deng didin.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Irqê Cumane Xelay, ji medyaya fermî ya Iraqê re ragihand ku Komisyonê hevahengî ligel Wezareta Koç û Koçberan kiriye ji bo diyarkirina cihên koçber û kampan.

Komîteyek bi serokatiya dadwer Feyaz Yasîn hatiye pêkanîn ji bo diyarkirina hejmara wan koçberên li kampan. Komîteyê jî serdana wan kampan wan kir û datayên wan tomar kirin û kerta bîometrî çap û dabeş kir.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê amaje bi wê yekê da ku li hemû Iraqê, 309 navendên dengdanê ji bo koçberan hene, ku nêzîkî cihê xwe deng didin, 120 hezar û 126 koçber jî mafê wan ê dengdanê heye.

Cumane Xelay herwiha da zanîn ku dengdana taybet hêzên ewlehiyê li xwe digire ku hejmara wan zêdeyî milyonek dengder e, ew jî li ser 2584 navendên dengdana taybet dabeş bûne, ligel 7 navendên dengdanê ji bo zindaniyan, ku hejmara wan 600 zindanî ye. Hevdem got, tenê ew sizakirî dikarin deng bidin ku kêmî 5 salan sizayê zindanîkirinê li ser wan hatiye sepandin.

Di vê hilbijartinê de 3249 berbijêr beşdar bûn, heta niha 6 berbijêr hatine dûrxistin û berbijêrekî jî canê xwe jidest daye. Niha 3242 berbijêr mane.

Beşek ji wan serbixwe ne û yên din jî beribjêrên 21 hevpeymanî û 109 partî û aliyên siyasî ne.

Ew berbijêr jî rikaberiyê dikin, ji bo bidesxistina 329 kursiyên parlementoyê.

Komisyona Hilbijartinên Iraqê dibêje, hejmara wan kesên di hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê de, Cotmeha 2021ê, mafê wan ê dengdanê heye 24 milyon û 29 hezar û 927 kes e ku li 8 hezar û 273 navendên dengdanê li hemû Iraqê û Herêma Kurdistanê deng didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst