Li Deşta Neynewayê pirsgirêkên xwendinê hene

Şingal (Rûdaw)- Li Deşta Neynewayê 250 dibistan bi zimanê Erebî hatine vekirin, lê beşek ji xwendekarên wan dibistanan pirtûkên xwe yên bo xwendinê wernegirtine.

Xwendekarê bi navê Mihemed Elî dibêje: “Îro roja yekem a dibistanê ye. Pêwîstiya me bi pirtûk û lênûsan heye.

Xwendekar Saad Cemîl got ku w kêfxweş in ku dibistan vebûnê û ligel hevalên xwe diçe dibistanê û got: “Dibistana me hatiye guhertin û gelek xweş bûye. Em dê hevalên nû nas bikin.”

50 dibistanên bi xwendina zimanê Erebî jî hatine nûjenkirin. Her çend di hejmara dibistanan de kêmasî nebe jî lê di hejmara mamosteyan de kêmasî hene.

Mamoste Yasir Adil jî got: “Niha li dibistana me pol zêde bûne û ji bo her polekê du ode hene. Niha li dibistana me 12 pol hene û bi vê şeweyê dê 50 odeyên dersdayînê hebin. Em dê çawa çareser bikin ez jî nizanim. Em hêvî dikin ku rêveberiya perwerdeya Newnewayê çareseriyekê ji me re binîne. Pirsgirêka me ya mamosteyên pispor hene bi taybetî mamosteyên zimanê Ingîlîzî û Erebî hene.

Li gor gotina Rêveberê Perwerdeya Deşta Neynewayê ew dê di van çend rojên pêş me de kelûpelên xwendinê bi ser xwendekaran de dabeş bikin û herwiha ji dibistanên hatine wêrankirin dê 10 bêne nûjenkirin.