Qedexeya derketina derve li Bexdayê hat rakirin

30-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî daxuyaniya Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr ku demjimêrek muhlet da alîgirên xwe ji bo ku ji Herêma Kesk a Bexdayê û qada xwepêşandan û grevê vekişin, qedexeya derketina derve li Bexdayê bi fermî hat rakirin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand, dawî bi qedexeya derketina derve li Bexdayê hat û qedexe hat rakirin.

Piştî peyama duh a Sedr ku têde destberdana xwe ji siyasetê aşkere kir, alîgirên wî daketibûn kolanan û dest bi xwepêşandanê kiribûn û ji ber wê jî Fermandariya Operasyonên Hevbeş ji demjimêr 15:30 duh Duşembê ve qedexeya derketina derve li Bexdayê ragihandibû.

Piştî zêdebûna aloziyan li navçeya Kesk a Bexdayê û zêdebûna hejmara kuştî û birîndaran di pevçûnên li Bexdayê de, îro Sêşembî 30ê Tebaxa 2022an, Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr di preskonferansekê de li Necefê bang li alîgirên xwe kir ku xwepêşandan û aloziyên li Bexdayê rawestînin û ji Herêma Kesk a Bexdayê vekişin.

Sedr herwiha dema saetekê ji bo vekişîna alîgirên xwe diyar kir û gef xwar, eger daxwaza wî neyê pêkanîn ew dê haşayê li xwepêşanderan bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst