Amerîka: Nabe asayîş, aramî û serweriya Iraqê bikeve metirsiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Amerîkayê aloziyên Iraqê şermezar dike û daxwazê ji hemû aliyekî dike ku li ser xwe bin û li rêyên çareseriyê bigerin.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di civîneke çapemeniyê de, da zanîn ku haya wan ji rewşa Iraqê heye û got: “Nûçeyên di wî warî de dibihîzin bêzarker in.” Patel got: “Haya me jikarxistina saziyên hikûmetê heye û ew jî metirsiya tundûtûjiyê zêde dike. Nabe asayîş, aramî û serweriya Iraqê bikeve metirsiyê.”

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha da zanîn ku agahdarê wê yekê ne alozî bûne sedema qurbanî çêbibin û di vê derbarê de got: “Em wek Amerîkayê bi hemû awayekî bikaranîna tundûtûjiyê şermezar dikin.”

Vedant Patel got: “Niha dema danûstandinê ye û em wan hemû aliyan peywendiya wan bi rewşê ve heye teşwîq dikin ku li ser xwe bin.” Derbarê xwepêşandanan de jî Patel got: “Xwepêşandana aştiyane mafekî bingehîn ê demokrasiyetê ye. Lê divê xwepêşander jî rêzê li milk û saziyên hikûmeta Iraqê bigrin.”

Roja Duşemê piştî ku Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr biryara xwe ya vekişîna ji siyasetê ragihand alîgirên wî ketine Herêma Kesk a Bexdayê, li gor zanyariyên dawî di encama gulebarana hêzên ewlehiyê yên Iraqê de zêdeyî 20 kesan hatin kuştin û zêdetirî 300 xwepêşander jî birîndar bûne.