Piştî peyama Sedr xwepêşandanên li Bexdayê bidawî bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Muqteda Sedr îro li cihê mana xwe li Henane ya bajarê Necefê derbarê rewşa dawî ya Iraqê û aloziyên du rojên dawiyê li Herêma Kesk a Bexdayê konferanseke rojnamevanî saz kir û tê de ji aligirên xwe xwes ku ji Herêma Kesk vekişin.

Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr duh di peyamekê de ragihand, ku ew bi tevahî dest ji siyasetê berdide.

Piştî ragihandina peyamê, alîgirên Sedr yekser daketin kolanên Bexdayê û ber bi navçeya Kesk ve birêketin.

Xwepêşanderên alîgirên Sedr dîwarên betonî yên li dora navçeya Kesk derbas kirin û bi ser Koşka Komarî de girtin. Hêzên emnî yên Iraqê ji bo belavkirina xwepêşanderên alîgirên Sedr bi ava şid û gaza rondikrêj destwerdan kirin û di navbera herdu aliyan de alozî derket.

Di xwepêşandanên li Herêma Kesk de çekên giran jî hatin bikaranîn û li hinek cihan, bû şerê kolan bi kolanan.

Xwepêşander got “Me doh û îro nêzîka 22 şehîd dan.”

Xwepêşanderekî din jî dibêje“Em artêşa Îmamê Mehdî ne, me şer ligel Amerîkayê kiriye û mil bi milê Sedir me derxistin, pişt bi Xwedê wan bêkêrên ser bi Îranê jî derdixin.”

Xwepêşandan ne tenê li Bexdayê bûn, li bajarên Besra, Zîqar, Babil, Kerbela û Mîsan jî xwepêşandan hatin kirin û bûn sedema aloziyan.

Xwepêşander anî ziman “Tank me topbaran dikin, dewletekê topbaran dike, ligel dewletekê şer dike.”

Peyamnêr dipirse “Tankan hun topbaran kirin?”

Xwepêşander wiha bersiv dide “Waye tank topbaran dike, guhê te ne lê ye, ligel min were û temaşe bike.”

Di germiya şer û aloziyan de, Rêberê Tevgera Sedir avek bi ser agir de reşand û daxwaz kir ku xwepêşander di dema 60 deqeyan de vekişin û got: “Kujer û kuştî dozexî ne.”

Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr diyar kir “Di dema 60 deqeyan de eger ji greva li ber parlamentoyê venekişin, ti eleqeya min bi Tevgera Sedir re jî namîne…. Xwepêşandana aştiyane baş e, nexêr ne baş e û ji niha û şûn de xwepêşandana aştiyane jî nîne.”

Xwepêşanderan dest bi vekişînê kirin û cade vala kirin. Beşek jî çûn beşdarî şînî û veşartina wan kes û hevalên xwe bibin ku di xwepêşandanan de hatin kuştin.