Adil Baxewan: Tenê Sîstanî dikare rê li ber Şîeyan bigire ku qetlîama hev nekin

30-08-2022
RÛDAW
Adil Baxewan: Tenê Sîstanî dikare rê li ber Şîeyan bigire ku qetlîama hev nekin
Adil Baxewan: Tenê Sîstanî dikare rê li ber Şîeyan bigire ku qetlîama hev nekin
Nîşan Adil Baxewan Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Navenda Fransî bo lêkolînên Iraqê Dr. Adil Baxewan li ser xwepêşandanên alîgirên Tevgera Sedr û rewşa dawî ya Iraqê ji Rûdawê re ragihand, “Tenê Sîstanî dikare rewşê aram bike.” Adil Baxewan her wiha anî ziman, “Pilebilindekî mezin ê Iraqî ku ez nikarim navê wî bêjim, got, Qasim Silêmanî ji min re gotiye, heta Komara Îslamiya Îranê hebe, em rê nadin ku li Iraqê dewleteke bihêz durist bibe, wek çawa ku em rê nadin Iraq hilweşe.”

Rêveberê Navenda Fransî bo lêkolînên Iraqê Dr. Adil Baxewan roja Duşemê beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser rewşa Iraqê avivî.

Adil Baxewan got, “Muqteda Sedr serkeftiyê hilbijartinên Şîeyan bû, di 10ê Cotmeha sala borî de dema hilbijartin hatin kirin 73 kursî bi dest xist, Partiya Demokrata Kurdistanê serkeftiyê Kurdan bû û Helbûsî jî serkeftiyê Suneyan bû. Ew ê Muqteda Sedr xwest bike ji 10ê Cotmehê ve daxwaza guhertina temamiya lîstikê bû. Ji 2003an heta 2021an hikûmetek hebû ku dihat gotin, hikûmeta tifaqa nîştimanî. Xwest vê paradîgmayê biguhere û bike piraniya nîştimanî. Çima serneket, ji ber ku ew hêzên di blokê de bi hemû rêyên destûrî derî li rû girtin, xistine kolaneke girtî.”

Adil Baxewan li ser vekişîna merciyê olî yê Tevgera Sedr Kazim Haîrî yê ku li Îranê dijî anî ziman, “Kazim Haîrî yê ku wek merciyekî bilind ê Şieyan tê naskirin û dema xwe merciyê bilind ê Muqteda Sedr jî dihate naskirin, beyannameyek belav kir û bi fermî ji hemû hêzên Iraqî daxwaz kir, Muqteda Sedr jî di nav de, di bin fermandariya Ayetullah Xamneyî de bin. Sedr ev bi temamî red kir û rabû çalakiya xwe tundtir kir û got, heta duh ew ê ku nehîşt ber bi şerê navxwe ve neçin, ew ê ku manîfest û xwepêşand durist dikir ez bûm, îro wisa dizanin ku ez im pirsgirêk? Ez jî vedikişim, hûn û kolan rûbirûyê hev bibin.”

Adil Baxewan li ser pirsa kî muxatabê van pirsgirêkan e, got, “Heger dewletek ba, dewleteke navendî û çarçoveya wê hebûya, dê serokkomarek, serokwezîrek, serokî parlamentoyek, wezaretek hebûya û dikarî muxatabekî bibînî û guftûgoyan pê re bikî. Li Iraqê kesek, navendek tune meriv li ser biaxive.”

Adil Baxewan diyar kir ku Îran, Amerîka, dewletên Erebî westiyane naxwazin destwerdanê di nav Iraqê de bikin û got, “Tekane kesekî hêvî li ser hebe ku bikaribe rê li ber Şîeyan bigire ku qetlîama hev nekin, Ayetûllah Sîstanî ye. Heger Ayetûllah Sîstanî destwerdanê neke rewş dê gelekî trajedî be û karesat derkeve.”

Adil Baxewan destnîşan kir ku Îran westiyaye û siyasetê wê li Iraqê şikestiye lê kes nikare bêyî ku Îran qebûl bike wezîrekî jî li Iraqê diyar bike û got, “Pilebilindekî mezin ê Iraqî ku ez nikarim navê wî bêjim, got, Qasim Silêmanî ji min re gotiye, heta Komara Îslamiya Îranê hebe, em rê nadin ku li Iraqê dewleteke bihêz durist bibe, wek çawa ku em rê nadin Iraq hilweşe.”

Roja Duşemê piştî ku Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr biryara xwe ya vekişîna ji siyasetê ragihand alîgirên wî ketine Herêma Kesk a Bexdayê, li gor zanyariyên dawî di encama gulebarana hêzên ewlehiyê yên Iraqê de 12 kes hatin kuştin û zêdetirî 200 xwepêşander jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst