Muqteda Sedr dest bi greva birçîbûnê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr piştî ku xwepêşanderên alîgirên wî rastî gulebarana Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê hatin di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn biryar da ku heta tundûtûjî û bikaranîna çek bi dawî bibin greva birçîbûnê bike.

Serokê berê yê fraksiyona Tevgera Sedr li Parlamentoya Iraqê Hesen Ezarî di daxuyaniyeke ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de belav kir û got, “Muqteda Sedr heta tundûtûjî û bikaranîna çek bi dawî bibin di greva birçîbûnê de ye.”

Hesen Ezarî daxwaz ji aliyan kir ku dawî li şerê çekdarî bînin.

Li Herêma Kesk a Bexdayê û Besrayê, di navbera aligirên Sedr û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de şerên çekdarî diqewimin.

Alîgirên Sedr piştî biryara Sedr a vekişîna ji siyasetê ketine Herêma Kesk û di encama gulebarana hêzên ewlehiyê yên Iraqê de li gor zanyariyan heta niha 12 kes hatine kuştin û zêdetirî 270 kes jî birîndar bûne.