Dadgeha Federalî ya Iraqê derbarê madeya 140 de biryar da

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê biryar da ku karkirina bi madeya 140 a Destûra Iraqê berdewam be, heta wê dema ku hemû birgeyên wê têne cîbicîkirin.

 

Berdevkê Dadgeha Bilind a Ferderal a Iraqê, Eyas Samûk ragihand: “Karkirina bi madeya 140 a Destûra Iraqê dê berdewam be, heta ku hemû birgeyên wê têne cîbicîkirin, çimku beşek ji birgeyên vê madeyê nehatine cîbicîkirin.”

 

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê herwiha ragihandiye, “biserdeçûna dem û maweya cîbicîkirina 140 a Destûra Iraqê, girêdayî cewherê madeyê bi xwe ve nîne û pêwîst e hemû birgeyên wê madeya destûrî bêne cîbicîkirin.”

 

Pêştir hin berpirs û serkirdeyên partiyên siyasî yên Iraqê digotin, ku dema madeya 140 derbas bûye û êdî kar bi wê madeyê nayê kirin.

 

Madeya 140 a Destûra Iraqê peywendî bi çareserkirina pirsgirêka navçeyên nakok ve heye, ku Kerkûk yek ji wan navçeyan e.