Necef; Hişkesalî gefê li jiyana mirov û candaran dike

30-07-2018
RÛDAW
Navçeyên naverast û başûrê Iraqê di nav kirîza kêm aviyê de ne.
Navçeyên naverast û başûrê Iraqê di nav kirîza kêm aviyê de ne.
Nîşan Iraq Necef Kêm Avî Hişkesalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Necef a Iraqê , her çend ku xelkê  wê bê av û kareba ne, lê pirsgirêjkeke din jî bo wan derketiye ,ku ew jî hişkesalî ye, ku bûye  gef li ser jiyana xelkê û ajelan.

 

Navçeyên naverast û başûrê Iraqê di nav kirîza avê de ne û ev mijar  li gel  bi dehan pirsgirêkên din rastî Iraqiyan hatiye. Xelkê Necefê daxwaz dikin, ku rêçareyekê bo pirsa kêm aviyê  bo wan were dîtin û ew ji wê rewşa nexweş a jiyanê werin rizgarkirin.

 

Seyîd Star akinciyê Necef û xwediyê  garanekê ye. Li deşteke berfireh a navçeyên derdora Necefê, Seyîd Star û bi sedan şivan û catkarên din rojane kar dikin daku ava vexwarinê ji garanên xwe re peyda bikin.

 

Niha ku deverên naverast û başûrê Iraqê di nav krîza avê de dijîn û navçeya wan rûbirûyê hişkesaliyê bûye, xwediyên çewlikan neçar in beşek ji ajel an candarên xwe bifroşin daku bikaribin beşê din bixwedî bikin.

 

Xwediyê Garanê li Necefê, Seyid Sitar li ser rewşa niha ya Necefê di bê aviyê de diaxive û tekez dike: "Cotkar û ajeldarên navçeyê yekê difroşin daku yeke din xwedî bikin. Yekê difroşe ndaku bikaribe alif û avê pê bikire. Beşek ji candaran ji têhna mirdar bûne yan jî ava pîs û şor vedixwin."

 

Lê li Necefê krîza kêmbûna avê ne tenê bo candaran heye, di heman demê de mirov û dar û şînkahî jî ji ber dinalînin.

 

Xwediyê Garanê li Necefê, Elî Sadiq behsa rewşa bê aviya Necefê dike û wiha dibêje: "Em ji têhna mirin. Av nîne. Ajelên me mirar bûne. Hemû mirov mirin, teyrik jî mirdar bûne. Niha teyrikên biçûk nemane, qaz û baskdarên din hemû neman. Candar jî neman, kiştûkalî jî nîne, baş e em ji bo çi dijîn."

 

Ji bo akinciyê gundan, samanê ajel şahdemarê jiyana wan pêk tîne û dema bidawî bibe, neçar in ber bi bajaran koç bikin.

 

Rêveberê Yekîtiya Cotkaran a Necefê, Ehmed Îsawî dibêje: "Av nîne, çandinî nîne, ajel jî bêguman bi giya dijîn, lewra dema av nebe şînahî jî nîne. Ji ber vê jî neçar e beşek ji ajelên xwe difroşe daku beşê din bixwedî bike û ligel derbasbûna demê hemû ajelên xwe difroşe, namînin û cotkar jî devera xwe bicîh dihêlin wate navçeyên gundnişîn."

 

Necef dikeve başûrê Iraqê û bo ava vexwarinê, çalakkirina projeyên avdanî û avdana ajelan pişta xwe bi Çemê Firat girêdide. Çêkirina bendavan li ser herdû çemên Dîcle û Firat ji aliyê Tirkiyê û Sûriyê ve, ava wan herdû çeman li Iraqê heta asteke bilind kêm bûye û berpirsên Iraqê jî hişyariyê didin li ser serhildana karesateke mezin a mirovî li deverên naverast û bi taybetî başûrê Iraqê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst