Li dijî şewitandina Quranê Sune û Şîeyan bi hev re nimêj kirin

30-06-2023
Herdî Mihemmed
Herdî Mihemmed
Li dijî şewitandina Quranê Sune û Şîeyan bi hev re nimêj kirin
Li dijî şewitandina Quranê Sune û Şîeyan bi hev re nimêj kirin
Nîşan Şewitandina Quranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Diyaleyê ya Iraqê Sune û Şîeyan li dijî şewitandina Quranê li Swêdê bi hev re nimêj kirin. Peyama nimêjkeran ew bû ku dê li dijî her hewldaneke êrîşkirina Îslamê û Quranê rawestin.

Ebdulrezaq Feyaz ê ku alîgirê Tevgera Sedr e ji Rûdawê re got, “Divê helwesteke rast hebe, ne tenê gotin, kiryar hebin. Pêwîst e peywendiyên bi Hikûmeta Swêdê re bên qutkirin û nasnameya kesê ku ev tawana mezin kiriye bê standin.”

Piştî nimêja Înê, nimêjker bi dirûşman li kolanên Xirnabatê meşiyan û ber bi "xwenîşandana bi milyonan li Bexdayê" ku li ser daxwaza Muqteda Sedr hatibû organîzekirin meşiyan. Xwepêşander Ehmed Casim jî got, “Bi Xwedê piştî nimêja Înê ya Diyaleyê em ê hemû biçin Bexdayê.”

Zirxam Xelîl niştecihê Xernebatê anî ziman, “Piştî nimêjê, em dê hemî derdikevin ku li dijî xirabiya ku ji aliyê hevregezxwazan ve hat kirin xwepêşandanê bikin.”

Piraniya xwepêşandanên li Iraqê ji aliyê alîgirên Sedr ve hatine rêkxistin. Li Kerkûkê jî di nimêja Înê de li piraniya mizgeftan peyamên nerazîbûnê li dijî şewitandina Quranê hatin dayîn.

Waîzê Mizgefta Şorawê Dr. Ehmed Kerkûkî jî got, “Em jî şerê fikrî dikin, pênûs bi pênûs, top bi top şer dikin. Dema pîroziya du milyar mirovên li ser rûyê erdê bê binpêkirin, jê wê re azadî nayê gotin.”

Piştî nimêja Înê û xwepêşandanên li piraniya parêzgehan, beşek ji Şîe û Suneyên Iraqê ji bo beşdariya li “xwepêşandana bi milyonan” gihîştine Bexdayê û beşdarî xwepêşandanên li ber Balyozxaneya Swêdê bûn. Wan daxwaz ji Iraqê kir ku tedbîrên tund li dijî Swêdê û welatên din ên ku sivikatiyê bi pîroziyên Îslamê dikin, bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst