FELUCE – Derbeyek giran li DAIŞ’ê dan

30-06-2016
RÛDAW
Nîşan Felûce Hêzên Hevpeymanan DAIŞ
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Berpirsên Amerîkî ragihandin ku li bajarê Felûce, di operasyonekê de ku bi hevkariya balafirên hêzên hevpeyman hate kirin, 250 çekdarên DAIŞ’ê hatin kuştin û nêzîkê 40 otomobîlên rêxistinê jî hatine jinavbirin.

 

Li gor agahiyên ku Reutersê ji berpirsên pilebilind ê Amerîkî wergirtiye, heger hejmar bên piştrastikirin, wê ev êrîş bibe girantirîn derbeya li rêxstina DAIŞ’ê ketiye.

 

Hate gotin ku ji ber egera guhertina encamam, navê berpirsan nehatiye destnîşankirin.  

 

Di nûçeyê de hate gotin ku ev operasyon li başûrê Felûce hatiye kirin ku li wî deverî xelkê sivîl najîn.

 

 Rêveberê Polîsên Iraqê Raid Cevdet hefteya borî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku di operasyona rizgarkirina bajarê Felûceyê de hezar 500 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin ku di nav wan de berpirsên vê rêxistinê jî hene.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst