BEXDA – Êrişî kompanyayeke Amerîkî û enstîtuya Brîtanyayê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Îro berê sibehê li Bexdayê êrişî kompanyaya Caterpillarê ya Amerîkî û Enstîtuya Cambridgeyê ya Brîtanyayê hat kirin.

Li gorî agahiyan, avahiya Caterpillarê ya li taxa Cadiriyeyê û Enstîtuya Cambridgeyê ya li taxa Filistînê rastî êrişê hatine.

Heta niha li ser şêwazê êrişê û ziyanên êrişê ti agahî nehatine belavkirin.

26ê Gulanê jî bi narincokê êrişî şaxa KFCyê ya Bexdayê hatibû kirin.