Keçek piştî ku berî 30 salan bavê wê ew firotibû, bo malbatê hat vegerandin

30-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Keçek li parêzgeha Neynewa ya Iraqê piştî ku berî 30 salan û di 3 saliya xwe de hatibû firotin, bo nav malbata xwe hat vegerandin.

Polîsê Neynewayê roja Çarşemê 29ê Adara 2023an di daxuyaniyekê de aşkere kir, wan keçek piştî ku berî 30 salan li beramber hinek pere hatibû firotin, bo nav malbata wê vegerandiye.

Polîsê Neynewayê diyar kir, ew keç dema ku 3 salî bûye, ji aliyê bavê xwe ve bi malbateke din hatibû firotin.

Li gor daxuyaniya polîs, vegerandina wê keçê bo nav malbata wê ya resen piştî wê yekê bû ku wê xwestibû nasnameyê ji xwe re derbixe, lewra serdana aliyên pêwendîdar dike û aliyên pêwendîdar jî daxwaza belgenameyên malbatê jî kiribûn û piştî ku belgenameyên malbatê hatin dîtin, wan ew keç radestî malbata wê ya resen kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst