Sedir bo aliyên Şîe: Bi ti awayî rêkeftinê ligel we nakim

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir di twîtekê de ragihand, “Bi ti awayekî ez rêkeftinê li gel we nakim”, wek amajeyekê bo Çarçoveya Hevahengiyê û aliyên Şîe.

Rêberê Tevgera Sedrî Muqteda Sedr tekez kir ku “Ti xêrek di hikûmeteke lihevhatî ya bi pişk de nîne” û diyar kir ku ew gelê Iraqê venagerîne trajediya berê.

Civînên bo hilbijartina serokomar

Ji bo hilbijartina Serokomar, parlamentoya Iraqê rojên 26 û 30ê Adarê civîn pêk anîn. Di rûniştina yekem a parlamentoyê de 202 parlementer beşdar bûn, lê 126 parlementerên Çarçoveya Hevahengiya Şîe û pêkhateyên din ên Sunne û Kurdistanî boykot kirin. Di civîna roja 30ê Adarê de jî 176 parlamenter amade bûn û hilbijartina serokomar careke din hat paşxistin.

Ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê, ji 329 parlementeran pêwîst e du li ser sê ango 220 parlementer di rûniştinê de amade bibin.

Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî ku ji Tevgera Sedir, Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û Serweriya Sunneyan pêk tê û hin kesên serbixwe û baskên din di rûniştinê de amade bûn.

Berbijêrên Serokomariyê

Ji bo posta Serokomarê Iraqê, 40 berbijêr hene, lê yên herî diyar, berbijêrên PDK û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ne. Her du partiyên Kurdistanê, bi berbijêrên cuda çûne Bexdayê.

Rêber Ehmed berbijêrê PDKê ye, ku di dema pêkanîna Hevpeymaniya Rizgarkirina Nîştimanî de weke berbijêrê wê hevpeymaniyê hate ragihandin.

Serokomarê niha yê Iraqê Berhem Salih jî, berbijêrê YNKê ye.