Parlamentoya Iraqê bi mebesta hilbijartina Serokomar dicive

30-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e îro parlamentoya Iraqê bi mebesta hilbijartina Serokomarê nû yê wî welatî bicive.

Civîna parlamentoya Iraqê biryar e îro Çarşemê 30ê Adara 2022yan saet 11 destpê bike. Berî wê saetê, aliyên nava Çarçoveya Hevahengiyê li mala Hadî Amirî dicivin. Heya niha ti nêzîkbûnek an jî rêkeftinek di navbera aliyên Şîe de nayê dîtin. Endamekî Hevpeymaniya Fetih dibêje, Eger ti rêkeftinek neyê kirin, dibe ku civîna îro ya Parlimanê neyê sazkirin.

Du mijar  di bernameya karê Parlamantoyê de ne. Ya yekem hilbijartina serokkomar e û ya duyem jî pêkanîna komîteyên daîmî yên Parlamenetoyê ye.

Tişta ku peywendî bi mijara yekem ve heye, Hevpeymaniya Rizgarkirina Nîştiman û Çarçoveya Hevahengiyê, bi aresteyên cuda hewlên xwe zêdekirine. Ji wan a yekem hewlên amedebûna rêjeya yasayî bo hilbijartina serokkomar dide  û ya din hewla  têkdana wê proseyê dide.

Endamê Tevgera Sedir Îsam Husên dibêje: “Piraniya serxwebûyan dixwazin xizmeta vî welatî bikin. Ew li dijî hikûmeta lihevkirî û beşbeşkirî ne. Ji ber vê yekê jî hebûna gotûbêjan ligel serbixweyan, reng e bibe sedema tememkirina rêjeya yasayî ya civînê.”

Nêzîkî 40 parlamentaran hene ku wek serbixwe tên naskirin, lê ew jî ne yek helwêst in. Hejmareke wan ragihandiye, ku ew dê beşdarî civînê bibin, lê beşeke din a wan amaje bi wê yekê didin ku ew dê civînê boykot bikin.

Ev di demekê de Çarçoveya Hevahengiyê, bi 83 kursiyan, Hevpeymaniya Ezim bi 9 kursiyan, Yekitiya Niştimanê ya Kurdistanê (YNK) bi 18 kursiyan, Yekgirtûya Îslamî bi 4 kursiyan û Komela Dadgeriyê jî bi kursiyekê ragihandine ku beşdar nabin.

Çarçoveya Hevahengiyê dibêje, ew naxwazin, ne ew bixwe ne jî ti hêzêke din bandorê li ser opozîsyonê bike.

Parlamenterê Dewlet a Yasayê Mihemmed Zeyadî jî got: “Em ligel PDK û YNKê lihev dikin, dema bihevre bi yekdeng û yek berbijêr bêne Bexdayê. Em ligel PDKê  dijî YNK û ligel YNKê dijî PDKê lihevnakirn. Projeya me heye projeya lihevkirnê ye ku beşdariya hemû pêkhateyên siyasî, di proseya siyasî de lixwe digire. Yektiya Niştimanî jî beşeke ji vê.”

Bi mebesta hilbijartina Serokomar, parlamentoya Iraqê 26ê Adarê civiya û di rûniştina wê rojê ya parlamentoyê de 202 parlementer beşdar bûn, lê 126 parlementerên Çarçoveya Hevahengiya Şîe û pêkhateyên din ên Sunne û Kurdistanî boykot kirin.

Ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê, ji 329 parlementeran pêwîst e du li ser sê ango 220 parlementer di rûniştinê de amade bibin.

Hevpeymaniya Rizgariya Niştimanî ku ji Tevgera Sedir, Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) û Serweriya Sunneyan pêk tê û hin kesên serbixwe û baskên din di rûniştinê de amade bûn.

Ji bo posta Serokomarê Iraqê, 40 berbijêr hene, lê yên herî diyar, berbijêrên PDK û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ne. Her du partiyên Kurdistanê, bi berbijêrên cuda çûne Bexdayê.

Rêber Ehmed berbijêrê PDKê ye, ku di dema pêkanîna Hevpeymaniya Rizgarkirina Nîştimanî de weke berbijêrê wê hevpeymaniyê hate ragihandin.

Serokomarê niha yê Iraqê Berhem Salih jî, berbijêrê YNKê ye.

Li gor biryara dawî ya Dadgeha Federalî ya Iraqê ya taybet bi wê pirsê, heta roja 6ê meha bê, derfeta aliyan heye daku lihev bikin, lê eger gotûbêj û danûstandin bi awayê niha bin, xuya nake ku heta wê demê jî Iraqê Serokkomarê nû hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst