Li Bexdayê civîna lûtke

30-03-2016
RÛDAW
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê di civînê de ne.

 

Ofîsa Ragihandinê ya Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Aram Şêx Mihemed di daxuyaniyekê de ragihand, niha li Bexda ya paytextê Iraqê Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê ligel Serokwezîr Heyder Ebadî di civînê de ne.

 

Civîna navbera her du aliyan hêj berdewam e. Li gor zanyariyan, di civînê de derbarê rewşa dawî ya li Iraqê, pêkanîna reforman û guhertin di pêkhateya hikûmetê de gotûbêj tê kirin.

 

Civîna îro di demekê de ye, ku biryare sibe pênşemî 31ê Adarê Serokwezîr Heyder Ebadî lîsta guhertinên di kabîneya hikûmetê de pêşkêşî parlamentoyê dike.

 

Roja duşemiya borî jî Parlamentoya Iraqê civiya û di wê civînê de roja pênşemî wek dawî muhlet bo pêkanîna guhertinên Ebadî di hikûmetê de diyar kir.

 

Herwiha dibe pênşemî Parlamentoya Iraqê sibe dicive û jiblî bernameya karê parlamentoyê, mijareke din a civînê mêvandariya Serokwezîr Ebadî ye.

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst