Lîwayên Hizbulahê: Em dê êrişên xwe yen li hemberî Amerîkayê rawestînin

30-01-2024
RÛDAW
Nîşan Lîwayên Hizbulaha Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîwayên Hizbulaha Îraqê ku Îran piştgiriya wan dike got, “Em dê êrişên xwe yen li hemberî Amerîkayê rawestînin.”

Lîwayên Hizbulaha Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand, "Ji bo ku em Hikûmeta Îraqê şermezar nekin, em dê êrişên xwe yên li ser hêzên Amerîka û Hêzên Hevpeymiya Navneteweyî yên li Îraq û Sûriyeyê rawestînin."

Beriya biryara Hizbulahê Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kiribû ku wan biryar daye çawa bersiva êrişa li ser baregeha Amerîkayê ya li Urdunê bidin.

Biden li ser pirsa gelo ew Îranê wekî berpirsê êrişê dibînin yan na, got, "Ez wan (Îranê) berpirs dibînim ku çekan didin kesên ku ev êriş pêk aniye."

Biden li ser pirsa ku eger bê eşkerekirin ku rasterast pêwendiya êrîşê bi Îranê re heye ew dê Îranê rasterast berpirsyar bihesibînin jî wiha bersiv da: "Em ê li ser vê yekê nîqaşan bikin." 

Herwiha di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman, “Ez nafikirim ku li Rojhilata Navîn pêwîstiya me bi şerekî berfirehtir hebe, em ne li pey wê ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst