Parlamenterê HDPê Îdris Baluken hat berdan

Navenda Nûçeyan - Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Çewlikê Îdris Baluken hat berdan.


Ji bo Parlementerê HDPyê Amedê Îdris Balukenê ku li 8emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê dihate darizandin, biryara berdanê hat dayîn.


Roja 4ê Mijdarê bi tevê hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag 12 parlamenterên HDPê ji aliyê paolîsên Tirkiyê ve hatibûne desteserkirin.

 

Piştî lêpirsînan herdu hevserokên HDPê ligel parlamenteran Îdris Baluken, Leyla Bîrlîk ve Selma Irmak, Nursel Aydogan, Abdullah Zeydan, Gulser Yildirim, Ferhat Encû, û Nihat Akdogan hatibûne girtin.

 

Parlamentera HDPê ya Amedê Çaglar Demirel û parlamentera Sêrtê Besime Konca jî li Enqere hatibûne desteserkirin û roja 12ê Kanûnê biryara girtinê derbarê wan de hatibû dayîn. Lê parlamenter Leyla Bîrlîk paşî hatibû berdan.