MÛSIL - 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li başurê Mûsilê 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Artêşa Iraqê di operasyonekê de 6 çekdarên DAIŞê kuştin, dema ku hewl didan êrîşî navendeke Heşda Şeibî li başûrê Mûsilê bikin.

Li gor daxuyaniyeke Heşda Şeibî, Artêşa Iraqê ew çekdarên DAIŞê bombebaran kirine û di encamê de 6 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Heşda Şeibî berî niha ragihandibû, ku ew rûbirûyî êrîşeke çekdarên DAIŞê li ser qezaya Hezer li başûrê Mûsilê bûne, herweha Wezareta Navxwe ya Iraqê jî ragihand, wan 4 çekdarên DAIŞê girtine.