Di budceya Iraqê de hûrgiliyên budceya Pêşmerge ne diyar in

29-12-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Budce Iraq Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di reşnivîsa projeyasaya budceya 2019an a Iraqê de, wek salên borî, amaje bi navê Pêşmergeyan hatiye dan, lê behsa hûrgiliyên awayê xerckirina budceya Pêşmergeyan nehatiye kirin.

 

Endamekî Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Parlementoya Iraqê dibêje: "Em li bendê ne dema proje-yasaya budceya 2019an a Iraqê di ber çav re hat derbaskirin, Lijneya Darayî bendeke taybet bi Hêzên Pêşmerge lê zêde bike."  Herwiha endamekî Komîteya Darayî ya Parlementoya Iraqê jî, ji Rûdawê re got: "Em hewl didin beşekî ji daxwazên Kurdan têxin nav projeyasayê."

 

Di proje-yasaya budceya 2019an a Iraqê de, ew benda bi Hêzên Pêşmerge ve girêdayî ye dubare wek salên derbasbûyî hatiye danîn ku tê gotin, beşek ji budceya hêzên leşkerî yên Iraqê bo Hêzên Pêşmerge tê veqetandin, lê bêyî behsa ti hurgiliyekê bê kirin ka çawa û çiqasî didin Hêzên Pêşmerge.

 

Ev di demekê de ye ku di destûra Iraqê de Hêzên Pêşmerge wek beşek ji sîstema berevaniyê ya Iraqê tên hesabkirin, lê Iraq ne mûçeyê Pêşmerge dide û ne jî çekan dide wan. Fraksyonên Kurdistanî hewlên xwe xistine tevgerê daku di proje-yasaya budceya 2019an a Iraqê de mafên Hêzên Pêşmerge bên bidestxistin.

 

Endamê Lijneya Asayîş û Brevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Nasir Yusif ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: "Hemû Fraksyonên Kurdistanî pêdagiriyê li ser wê yekê dikin ku bendeke taybet bi maf û îmtiyazên Hêzên Pêşmerge di budceya 2019ê de were diyarkirin."

 

Nasir Yusif behsa wê yekê jî kir ku: "Em li bendê ne dema proje-yasaya budceya 2019an a Iraqê di ber çav re hat derbaskirin, Lijneya Darayî bendeke taybet bi Hêzên Pêşmerge zêde bike û em dixwazin wê bendê wek xwe di projeyê de pesend bikin."

 

Endamê Lijneya Asayîş û Brevaniyê ya Parlamentoya Iraqê got: "Çend fraksyonên Parlamentoya Iraqê piştgiriya daxwaza fraksyonên Kurdistanî dikin ku di budceya 2019an de bi mercekî em jî piştgiriya daxwazên wan bikin."

 

Bi giştî 9 têbîniyên serekî yên Kurdan li ser projeya 2019an hene û parlamento û hikûmeta Iraqê derbarê van têbîniyan de agahdar kirine, lê heta niha hikûmeta Iraqê yek daxwaza Kurdan jî di projeya budceyê de cîbicî nekiriye.

 

Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: "Ew projeya ku hikûmeta Iraqê ji Parlamentoya Iraqê re şandiye pişka Hêzên Pêşmerge wek salên derbasbûyî ti guhertinek têde nehatiye kirin."

 

Ehmed Hacî Reşîd behsa wê yekê jî kir ku: "Heftê meha Çile rûniştinên Parlamentoya Iraqê destpê dikin û hewl didin beşek ji daxwazên Kurdan bixin nav projeyê."

 

Di dawiya Cotmeha derbasbûyî de, hikûmeta Iraqê proje-yasaya budceya sala 2019an a Iraqê ji Parlamentoyê re şand û heta niha xwendina yekem bo wê nehatiye kirin, Kurd û Sunne û beşek ji fraksyonên Şîe jî ji projeyê nerazî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst