VÎDEO- Dîmenên herî nû yên Rûmadî piştî derxistina DAIŞê

Rumadî (Rûdaw) – Bajarê Rumadî yê parêzgeha Enbarê ku ji destê DAIŞê hatinye derxistin, bi temamî wêran bûye û hêzên Iraqê li nava bajêr belav bûne.

Hêzên Iraqê duhî karîn nava bajarê Rumadî yê parêzgeha Enbarê ji destê DAIŞê derxînin û niha bêjêr bi temamî di destê hêzên Iraqê de ye.

Fermandarên Artêşa Iraqê li bajarê Rumadî ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên me karîn êrişî navenda bajêr bikin û avahiyên hikûmî yên bajêr bi temamî kontrol bikin û ala Iraqê li ser bajêr bilind bikin.”

Peyamnêrê Rûdawê Nêçîrvan Husên ragihand, tevahiya wan cihên ku ji destê DAIŞê hatine derxistin, wêran bûne û term DAIŞiyan li ser erdê ne.

Heman çavkanî wiha domand: “Hêzên Iraqê niha li bajêr belav bûne û bombeyên ku DAIŞê danîne, ji ser riya û pir û xaniyan radikin û wan pûç dikin.”

DAIŞê meha Gulanê di êrişeke berfireh de destê xwe danî ser wî bajêrî ku xelkê wî sunî ne. Lê piştî operasyoneke çend mehî ji aliyê hêzên Iraqê û milîsên şîeyan ve, bi alîkariya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî duhî ew bajêr ji destê DAIŞê hat derxistin.