ÎRAQ - Tundûtûjiya li dijî mêran a di nava malê de zêde bûye

29-11-2023
RÛDAW
Nîşan Îraq Tundûtûjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li seranserî Îraqê rêjeya tundûtûjiya li dijî mêran ji sedî 17 zêde bûye.

Di zêdebûna tundûtûjiyê de, Bexda di destpêka lîsteyên bajarên Îraqê de tê.

Dozên tundûtûjiyê yên li Îraqê, bi piranî li ser tundiya devkî û fîzîkî, zewaca bi zorê ya zarokan û wekî din hatine tomarkirin.

Rêveberê Parastina Malbat û Zarokan a Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Ednan Hemûd têkildarî amaran ji Rûdawê re axivî.

Rêveberê Parastina Malbat û Zarokan a Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Ednan Hemûd di daxuyaniya xwe de got:

“Li Îraqê tundûtûjiya li dijî mêran a di nav malê de bûye ji sedî 17 û piraniya wan jî li Bexdayê hatine tomarkirin.”

Rêveberê Parastina Malbat û Zarokan a Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê hejmara bûyerên tundûtûjiyê eşkere nekir û got:

“Doz û bûyerên hatine tomarkirin, ji sedî 55 tundûtûjiya li hemberî jinan û yên din jî li hemberî zarokan in.”

Îraq yasaya 111an a sala 1969an pêk tîne û li gorî vê, “Bêyî ku sînorên yasayên şerîetê derbas bike, kesek dikare jin û zaroka xwe bi lêdanê terbiye bike.”

Li gorî yasaya 41an, “Eger tundî ji ber pêkanîna madeyên ku yasayê nas kiriye pêk were ne sûc e.” Ango mêr dikare tundiyê li jin an jî zarokên xwe bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst