Iraqê biryarê girtina Serhed Qadir û 12 efserên Kerkûkê da

29-11-2017
RÛDAW
Nîşan Iraq Dadgeha Lêkolîna Resafe ya Bexdayê Serhed Qadir Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Lêkolînê ya Resafe li Bexdayê biryara girtinê ji bo Rêveberê Polîsê Bajar û Bajarokên Kerkûkê û 12 efserên din ên Kerkûkê derxist. Serhed Qadir jî dibêje, ew dê li Hewlêrê gilînameyê li ser wî dadwerî tomar bike.

 

Li gorî agahiyan, Dadgeha Lêkolînê ya Resafe ya Bexdayê bi biryara hejmar 21115 a ku di roja 19ê Mijdara 2017ê de derxistiye, biryara desteserkirina Rêveberê Polîsê Bajar û Bajarokên Kerkûkê û 12 efserên din ên Kerkûkê daye.

 

Li gorî nivîsa fermî ya dadgeha iraqî, biryara desteserkirina Serhed Qadir û efserên din ên Kerkûkê li gorî madeya 4 a yasaya terorê hatiye dan. Di nivîsa Dadgeha Lêkolînê ya Resafe ya Bexdayê de, biryara girtina Rêveberê Binkeya Rahênana Polîsê Kerkûkê yê berê Cewdet Husên jî di nivîsa dadgehê de ye.

 

Di nivîsa dadgehê, biryara desteserkirinê ji Ebdullah Nûredîn Behadîn, Sitar Hacî Bekir, Serkewt Celal Mewlûd, Mahîr Elî He was, Muhemed Muhsin Heme Mistefa, Bekir Mihemed Elî Finiş, Bekir Kakamend, Adil Îsmaîl Mewlûd, Sozan Muhsin Heme Mistefa, Fuad Mensûr, Serhed Qadir û Cewdet Husên re derketiye.

 

Emîd Serhed Qadir di derbarê wê dozê de ji bo Rûdawê ragihand, ku ya li dijî wî hatiye kirin henekpêkirinek e û dadwer bi xwe tometbar e bi rizgarkirina terorîstan.

 

Qadir herwiha tekez kir: “Li Hewlêrê ez dê dozê li dijî dadwer Mihemed vekim û ez dê hemû belgeyên xwe jî diyar bikim.”

 

Rêveberê Polîsê Bajar û Bajarokên Kerkûkê got: “Mixabin piştî 3 salan asta dadwerekê bi qasekê be, ku bi madeya 4 a terorê giliyê li ser min û çend kesên din tomar bike, di demekê de ti pêwendiya me bi bûyeran re nebûye, wê demê jî me rêkarên pêwîst cîbicî kir û me tawanbar dane dadgehê.”

 

Serhed Qadir amaje bi wê jî kir: “315 kes ku bi min re bûn, bi destê terorîstan hatine şehîdkirin, birayê min şehîd e û 15 polîsên nêzîk ji min jî bi destê terorê hatine şehîdkirin. Me ji sala bihorî ve zêdetirî 240 terorîstan desteser kirin û hemû hatin darizandin û ji 15 sal heta sêdaredanê ceza li ser wan hatiye dan. Me çend dosyayên gelek giring ên weke kuştina Hemexan Hacî Dara, Ebû Sedam, Mihemed Xelîl û Şêx Ebdullah Samî yekalî kiriye û me tawanbar desteser kirin, lê belê em bi xwe bi madeya terorê hatin tohmetbarkirin.”


(S.S)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst