‘Deşta Nînowa bi temamî hate rizgarkirin’

Mûsil (Rûdaw)- Fermandariya Operasyonên “Wa Hatin Nînowa” ragihand, ku navçeyên Deşta Nînowa bi temamî hatine kontrolkirin.

 

Roja Duşemê (28-11-2016) Fermandarê Operasyonên Wa Hatin Nînowa General Ebdulemîr Reşîd Yarûllah ragihand, “Deşta Nînowa bi temamî ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin.”

 

Deşta Nînowa rojhilat û bakûrê bajarê Mûsilê li xwe digre.

 

Hevdem Şaneya Ragihandina Şer a Iraqê jî ragihand ku Firqeya Nehemîn a Artêşa Iraqê jî li eniya Zapê, rojhilatê rûbarê Dîcleyê gundê Gesrê kontrol kirine.

 

Ji aliyê din ve, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî ragihand ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de firokeyan li Iraqê 9 êrîşên esmanî li dijî pêgehên DAIŞê pêk anîne.  

 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîş li navçeyên Beşîr, Bêcî, Rawe, Mûsil û Tileferê hatine encamdan. Hate gotin ku di êrîşan de yekîneyên DAIŞê yên taktîkî, baregah, depoyên çekan û tûnel hatine hedefkirin.