DAIŞê Rûdaw TV qedexe kir

29-11-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Waliyê Mûsilê yê DAIŞê fermanek derxistiye û tê de vekirina malperan û temaşekirina televîzyonan bi taybetî “Rûdaw” qedexe kiriye.

Berpirsê Ragihandina Şaxa PDKê li Mûsilê Seîd Memozînî ji Rûdawê re ragihand: “Îro Waliyê Mûsilê fermanek da ku êdî nabe ti kes li televîzyonan temaşe bike û malperên internêtê û bi taybetî Facebookê veke û her kesek jî wê biryarê bi cih neyne dê were cizakirin.”

Seîd Memozînî derbarê vê fermana DAIŞê de wiha got: “Li gorî xelkê nava Mûsilê, di wê fermana Waliyê Mûsilê de bi taybetî navê Rûdawê hatiye, ku nabe ti kes lê temaşe bike û malpera wê veke. Mebesta wan nîv milyon kurdên nava Mûsilê ye, ku heta guhdarkirina radyoya Rûdawê jî li wan qedexe kirin.”

Derbarê rewşa DAIŞê li Mûsilê jî, Memozînî wiha domand: “Piştî derxistina Şingalê ji destê DAIŞê û ji ber bombebarana berdewam a balafirên hevpeymaniya navdewletî, rewşa DAIŞê li Mûsilê pir xerab bûye. Herwiha operasyonên wan balafiran pir tundtir bûne, lewma çekdarên wê pir ditirsin.”

Berpirsê Ragihandina Şaxa PDKê red kir ku qutkirina av û karebaya Mûsilê ji ber lêdana balafirên hevpeymaniyê be û da zanîn ku, ew balafir eynen li hedefa xwe didin, ji ber ku li gorî zanyariyan li DAIŞê didin û bi ti awayî li dezgehên xizmetkirina xelkê nadin.

Seîd Memozînî ragihand: “DAIŞ dibîne ku nerazîbûn di nava xelkê de li dijî wê zêde bûne, lewma bi qesdî av û karebayê li ser wan taxên ku xelkê wan nerazî ne, qut dike, ji ber ku ew tax li dijî wan diruşman li ser dîwaran dinivîsînin û piştre ji xelkê re dibêjin balafiran xizmet li ser we qut kirine.”

Memozînî derbarê jiyana xelkê Mûsilê de wiha got: “Li gorî zanyariyên hûr ên me, rewşa xelkê Mûsilê pir xirab bûye û % 70 ji xelkê di bin xeta hejariyê de ne û ji nan û çayê ve tiştekî din bi destê wan nakeve. Xelk diruşman li dijî wan li ser dîwaran dinivîsînin. Herwiha beriya çend şevan termê 3 çekdarên wan li taxa Întîsar hatin dîtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst