Nêrînên Bexdayiyan li ser hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî

Hewlêr (Rûdaw) - Beşeke xelkê Iraqê dibêjin, hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî jî berdewamiya wan hikûmetan e ku ji piştî sala 2003an ve li Iraqê hebûne. Ji piştî sala 2003an ve çi çêbûye. Eger em tenê di warê gendeliya darayî de bêjin, Iraq di wan salan de her tim di rêzbenda yekem ya welatên cîhanê de bûye ji bo gendeliyê.

Li gorî Rêxistina Şefafiyetê ya Navdewletî, sala 2005ê Iraqê di nav 160 welatan de di rêza 142ê de bû. Sala 2010ê de di nav 178 welatan de, welatê 175 bû. Sala 2015ê ji 167 welatan di rêza 161ê de bû. Sala 2020ê jî Iraq di nav 178 welatan de di rêza 160ê d ebû.

Hin kes jî dibêjin, wan hêvî hene ku hikûmeta Sûdanî cuda be ji hikûmetên derbasbûyî.

Li Cadeya Mutenebî ya Bexdayê xelkê nêrînên cuda derbarê wê hikûmetê hene duh roja Înê dest bi kar kir.

Welatiyê Bexdayê Behcet Talîb got, “Ev hikûmet berdewamiya hikûmetên berê dibe ji aliyê beşbeşkirinê û diziyê ve. Bi nêrîna min nikare ti xizmetguzariyekê pêşkêşî xelkê bike û em jî ji wan ne li benda tiştekî ne. Ez weke hikûmeteke ne rewa li wê dinêrim ji ber ku serokwezîr ji aliyê partiyên siyasî ve hat destnîşankirin, ne ji aliyê gel ve.”

Aciziya kesên wek behcet çavkaniya xwe ji wê yekê digire ku Iraq ji sala 2003ê ve  ketiye nav gendeliyê.

Li gor Rêxistina Şefafiyetê ya Navdewletî, sala 2005ê Iraqê ji aliyê gendeliyê ve ji tevahiya 160 welatan rêzbendiya 142ê wergirtibû. Di sala 2010ê de di nav 178 welatan de 175emîn bû. Sala 2015ê ji 167 welatan di rêza 161emîn de bû. Sala 2020ê jî Iraq di nav 160emîn welat bû di nav 178 welatan de.

Iraqî bihêvî ne Sûdanî rûbirûyî gendeliyê bibe û pirsgirêkên din yên wî welatî çareser bike.

Şêniyê Bexdayê Macid Budeyrî anî ziman, “Ez hêvîdar im û kelecan im xizmetguzarî bê dabînkirin û dest bi ser çekên bê mohlet de bê girtin. Hêvîdar im projeyên nû bên cîbîcîkirin û girîngî bi sektora tendirustiyê bê dayîn. Em geşbînin û hêvîdar in bi îzna xwedê hikumet serkeftî be.”

Hikûmeta Sûdanî piştî zêdetir ji salekê ji hilbijartinên parlamentoyê hate pêkanîn. Aliyê herî serkeftî yê  wê hilbijartinê jî Tevegera Sedr ku xwediyê 73 kursiyan bû, tê de ne beşdar e. Ji ber wê jî dibe ku rûbirûyî gelek astengiyan bibe.