Adil Ebdulmehdî bo Muqteda Sedir: Bi du rêyan dikarî min ji kar bavêjî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê, Adil Ebdulmehdî di peyamekê de ji serkirdeyê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir re dibêje, ji bo ku ew dest ji kar berde du rê hene, ew jî “yan bi piraniya dengên parlamenteran, parlamento were hilweşandin û hilbijartin bêne kirin, yan jî bi Hadî Amirî re li hev bike ji bo pêkanîna kabîneya nû.”

Adil Ebdulmehdî îro Sêşemê 29ê Cotmehê daxuyaniyek belav kir û têde peyamek  arasteyê Rêberê Tevgera Sedir, Muqtedar Sedir kiriye. Adil Ebdulmehdî dibêje: “Hikûmeta karbirêker rewşê çareser nake û hûn dikarin li gel Hadî Amirî hikûmeteke nû pêk bînin.”

Serokwezîrê Iraqê herwiha diyar kir: “Ez ji bo destjikarberdanê amade me, lê belê li gor yasayê dive parlamento bê hilweşandin.”

Roja bihorî, Muqteda Sedir daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kiribû ku biçe parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext rabigihîne.

Sedir di peyama xwe de herwiha daxwaz kiribû, ku hilbijartinên pêşwext bi serperştiya Neteweyên Yekgirtî di demeke diyarkirî de bêne lidarxistin. Sedir gotibû, ku bila ew partiyên ku gel ji wan razî ne, beşdarî di hilbijartinan de bikin, lê nedabû xuyakirin, ku gel ji kîjan partiyan razî ne yan jî pîvana wê yekê çî ye.

Sedir xwepêşanderên weke şoreşger bi nav kiribû û ji wan xwestibû, ku li ser xwepêşandanên xwe berdewam bin.