Fermandarekî Heşdî Şeibiyê: Amerîka û Îsraîl dê êrişî Îraqê bikin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Fermandarekî Heşdî Şeibiyê bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Fermandarekî Heşdî Şeibiyê bû mêvanê Rûdawê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Heşdî Şeibî Îraq Amerîka Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarekî pilebilind ê Heşdî Şeibiyê diyar kir ku dibe Îraq bibe hedefa êrişên Îsraîl û Amerîkayê û got, “Îraq niha parçeyek ji şerê li herêmê ye.”

Yek ji fermanderên Heşdî Şeibiyê yê Wezareta Parastinê ya Îraqê Ebdulrehman Cezaîrî îro beşdarî bultena Rûdawê bû û bûyerên li Îraq û herêmê nirxandin.

Ebdulrehman Cezaîrî derbarê helwesta Îraqê ya li hemberî bûyerên Libnanê got:

“Hikûmeta Îraqê tenê daxuyaniyeke siyasî da û behsa bûyerê kir.

Daxuyaniyên rayedarên olî û serkirdeyên siyasî yên Îraqê jî ji bo alîkariya xwarinê ya ji bo Hikûmeta Libnanê bû.

Hemû daxuyaniyên ku tên kirin siyasî ne.”

“Amerîka dê êrişî hin cihên stratejîk ên Îraqê bike”

Bi gotina Cezaîrî ne îhtîmaleke dûr e ku Heşdî Şeibî piştî Hizbulahê bibe armanca êrişan.

Derbarê vê îdiaya xwe de jî Cezaîrî wiha got:

“Agahiyên îstixbaratê yên pêşwext hene. Ez cara ewil ji kanala we ya rêzdar re behs dikim.

Agahî berî çend saetan hat. Hêzên Amerîkayê dê êrişî hin cihên stratejîk bikin.

Dibe ku êrişek li dijî serkirdeyên Heşdî Şeibiyê yan jî li dijî hinek cihên parêzgeha Besrayê, binesaziyê, heta ku dibe êriş li parzûngeha Dorayê jî werin kirin.

Ev parzûngeh sotemeniyê dide Bexda û parêzgehên din ên Îraqê.”

“Tatbîqata êrişê hat kirin”

Cezaîrî teqez kir ku hewldanên berfirehkirina şer li herêmê hene û wiha domand:

“Di nav peyamên Amerîkayê û teşkîlata Siyonîst de gefên êrişan hene.

Beriya bi 48 saetan li baregeha Eyn Esedê ya li Enbarê û Baregeha Herîrê ya li Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê tatbîqat hatin kirin.

Hewldanên berfirehkirina şer hene.”

Fermanderê Heşdî Şeibiyê her wiha da zanîn ku Îsraîl xwedî teknolojiyeke pir pêşketî ye û ne Hikûmeta Îraqê û ne jî Berxwedana Îslamî ya Îraqê xwediyê vê teknolojiya pêşketî ye.

Cezaîrî destnîşan kir ku Îraq bûye beşek ji şerê li herêmê û got:

“Îraq beşeke diyarker a şer e. Hikûmeta Îraqê di wê baweriyê de ye ku ji aliyê leşkerî ve beşdar nabe lê îro Berxwedan (rêxistinên li dijî Îsraîl û Amerîkayê yên Îraqê) daxuyaniyên gefxwarinê didin.

Li gorî agahiyên ku ji fermandarên herêmê û Heşdî Şeibiyê hatine bidestxistin, niha herêmên sînor di bin xeteriyê de ne.”

"Dibe ku Îsraîl êrişî hin komên li Îraqê bike"

Fermandeyê Heşdî Şeibiyê herî dawî wiha got:

“Îsraîl dizane ku di navbera Îran, Îraq, Sûriye û Libnanê de toreke pêwendiyan heye.

Dibe ku hin komên çekdar ên wekî Nuceba, Hizbulah û Esaîb ku beşek ji Berxwedana Îslamî ne, werin bombebarankirin.

Amerîka dê hin xalên girîng ên Heşdî Şeibiyê bombebaran bike. Berê jî bombebaran kiribûn.

Îhtîmaleke dûr nîne ku di rojên pêş de hin deverên Heşdî Şeibiyê bibin armanc.

Îsraîl dixwaze Îraq û Îranê bikeşîne nav şer.”

Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Artêşa Îsraîlê 28ê Îlonê ragihand ku wan Hesen Nasralah kuştiye û Hizbulaha Libnanê jî heman rojê kuştina wî piştrast kir.

Fermandarekî bilind ê Îranê jî di êrişa Îsraîlê ya li Beyrûtê de li gel Sekreterê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nasralah hat kuştin.

Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, Fermandarê Operasyonên Supaya Pasdaran General Abbas Nîlfiroşan di encama êrişa asmanî ya Îsraîlê de li Libnanê hatiye kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst