Qaymeqamê Hemdaniyeyê: Dêya zava miriye

29-09-2023
Nîşan Hemdaniye Dawet Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hemdaniyeyê li hola dawetê şewat derketibû, Qaymeqamê Hemdaniyeyê da zanîn ku dêya zava canê xwe ji dest daye.

Şeva 26ê Îlonê, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.

Di encama şewatê de herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest da, bi sedan kes jî birîndar bûn.

Qaymeqamê Hemdaniyeyê Îsam Behnam Metî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “Dêya zavê jî miriye û cenazeyê wê îro hatiye veşartin.”

Îsam Behnam Metî herwiha destnîşan kir ku îro li salonê termê zarokekî jî hatiye dîtin.

“Dibe ku bûyer ne qezayek be”

Îsam Behnam Metî bangî lijneyên navdewletî kir da ku bûyerê bişopînin û got:

“Dibe ku bûyer ne qezayek be, eger heye ku bûyerê ne di encama agirbaziyê de (fîşekên hewayî) de rû dabe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst