Li Hemdaniyeyê ji malbatekê 22 kes mirin: ‘Kî dikare xwe li ber vê êşê bigire?’

29-09-2023
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hemdaniye Hola Dawetê Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bûyera Hemdaniyeyê tijî çîrokên trajîk e, şeva ku bi şahiyê dest pê kir û bi girî û hawarê bi dawî bû.

Kesên ku ji aliyê fizîkî ve neşewitîne û rizgar bûne, cegere wan dişewite.

Kesek ji bo ku beşdarî şahiyê bibe 11 hezar kîlometre birîn ji Amerîkayê hat lê şîna wî hat danîn.

Di şewata li hola dawetê ya navçeya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê de ji malbatekê 22 kesan canê xwe ji dest da.

Fuad Silêwe şîna 22 endamên malbata xwe daniye, wî hemû hêsirên xwe rijandin.

Tiştek agirê dilê wî sar nake, wêneyên hezkiriyên xwe yên ku di şewata hola dawetê ya Hemdaniyeyê de mirine, di destê wî de ne.

Di nava çend saetan de 22 kesên ji malbata xwe ji dest dan.

10 ji wan endamên malbata wî ne, 12 yên din jî ji malbata apên wî ne û heta niha cenazeyê hevjîna wî nehatiye dîtin.

“Min doh canên wan ên şewitî wergirtin”

Fuad Silêwe şîna 22 endamên malbata xwe daniye got:

“Xwişka min, diya min, bavê min, xwişka min a din. Jina min wenda ye.

Ev malbata birayê min e û ev zarokên min in. Min doh canên wan ên şewitî wergirtin.

Ev hemû bi dûmanê xeniqîbûn. Ev jî xwişka min e, ji derveyî welêt hatibû.”

Birayê wî yê mezin 11 sal in li Nînowayê keşeyê dêra katolîk a Sûryanan e.

Ji bav û kalên xwe malbateke navdar in ku bi navê Al Şîto têne nasîn û piraniya wan kesayetiyên olî ne.

Hejmara herî zêde ya miriyan a heta niha di nav malbatên wan de hatiye tomarkirin.

Keşeyê dêra katolîk a Sûryanan Beatrice Silêwe anî ziman:

“Bifikire ku hûn diçin malê û bav, dê, xwişka xwe nabînî. Jinbiraya xwe nabînî.

Du jinbirayên min û çar zarokan canê xwe ji dest da.

Xwişka min ji Amerîkayê hatibû ku beşdarî vê şahiyê bibe.

Kî dikare xwe li ber vê êşê bigire?”

Çîroka mirina endamên vê malbatê li tevahiya Hemdaniyeyê deng vedaye û wêneyên malbatê li kêleka hev li kolanan hatine daliqandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst