Firokeya serbazî ya Iraqê li Xurmatû ket

29-09-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Firoke Xurmatû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyeke Iraqê ji ber pirsgirêkeke teknîkî li navçeya Xurmatû ket û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

 

Berdevkê Heşda Şeibî li Xurmatû Elî Haşim Husênî ji Rûdawê re ragihand: “Îro demjimêr 01:40ê piştî nîvrî, firokeyeke bi corê Fantom, ku 6 leşkerên Koleja Firokevanî ya Iraqê hilgirtibû, di dema perwerdeyê de li nêzîk Xurmatû ket xwarê.”

 

Elî Haşim Husênî da zanîn, ku her şeş sernişînên firokeyê jî birîndar bûne.

 

Husênî da zanîn, ku piştî bûyerê hêzên artêşa Iraqê gihiştine cihê firokeyê û birîndar jî veguhestine nexweşxaneyê.

 

Li gorî zanyariyan fiokrya Fantom ji firokexaneya Kerkûkê firiye, ku Koleja Firokevanî ya Iraqê li wir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst