Eyad Ellawî li ser Kurdistanê nameyek ji Ebadî re şand

Bexda (Rûdaw) – Cîgirê Serokomarê Iraqê Eyad Ellawî di nameyekê de ji bo destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re çend xal diyar kirine û ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî daxwaz dike ku serperiştiya danûstandinan bike.

 

Eyad Ellawî ku di heman demê de Serokê Bizûtneweya Wîfaqa Niştimanî ye aşkere kiriye: “Di roja 25ê vê mehê de me destpêşxeriyek diyar kir û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bersiveke erênî ji bo destpêşxeriyê nîşan da. Min îro roja înê jî (29ê Îlona 2017an) nameyek ji Serokwezîrê Iraqê re şand.”

 

Ellawî ji Heyder Ebadî û Mesûd Barzanî daxwaz dike ku ji pêşhatan sûd werbigrin û vê rewşê ber bi qonaxeke nû veguhezînin û bi pêwîstî jî dizane ku li ser van bingehan li hev bikin:

 

1- Destpêkirina danûstandinên bêmerc ên pêşwext.

 

2- Bingeha danûstandinan Destûra Iraqê be.

 

3- Em ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz dikin ku piştgiriya danûstandinan bike û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî tîmeke şareza bişîne.

 

4- Ragirtina helmetên ragihandin û biryarên ku rewşê têk dibin.

 

5- Zêdekirina hewldanan ji bo dûrxistina her rûbirûbûnên çekdarî li deverên nakokî, beriya hemû deveran jî li parêzgeha Kerkûkê.

 

6- Dîtina çareseriyeke niştimanî û dûrxistina Iraq ji destwerdana derve û welatên cîran ku îhtîmal heye arîşeyan kûrtir bikin û Iraq têkeve nav komek pirsgirêkên mezintir.