Çarçoveya Hevahengiyê: Em ji Sedr daxwaz dikin ku vegere ser maseya diyalogê

30-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çarçoveya Hevahengiyê bang li Tevgera Sedr kir ku vegere ser maseya diyalogê ji bo ku bigihin têgihiştineke hevpar û bang li navendên olî û siyasî kir ku ji bo pêşîgirtina li “fitneyan” pêşengiyê bikin.

Çarçoveya Hevahengiyê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Tevgera Sedr kir ku vegere ser maseya guftûgoyan û kar ji bo têgihîştina hevpar û gihandina nexşerêyeke zelal li ser bingeha yasa û destûrê ji bo bidestxistina berjewendiyên gelê Iraqê bike.

Çarçoveya Hevahengiyê bang li hemû navendên siyasî û olî dike ku ji bo ji holê rakirina “fitneyê û serdestiya zimanê diyalogê” bikevin nava tevgerê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Divê saziyên dewletê û berjewendiyên giştî û taybet bên parastin û em ê piştgiriyê bidin dewletê û biparêzin.”

Ev daxuyaniya Çarçoveya Hevahengiyê piştî wê yekê hat ku Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr biryara vekişîna ji siyasetê da û alîgirên wî li Bexda û çend parêzgehên din ên Iraqê dest bi xwepêşandanan kirin lê di navbera Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê û alîgirên Sedr de şer derket, kuştî û birîndar hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst