Bexda: Li Herêma Kesk şer dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw)  - Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê ragihand, şer û pevçûn di navbera Hêzên Seraya Selam û hêzên ku xwepêşander ji Qesra Hikûmetê dûr xistin de derket.

Peyamnêrê Rûdawê Helkewt Ezîz vîdyoyek tomar kiriye ku tê de dengê reşandina guleyan tê û çekdarek li ber çavê peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê gule ber dide ser Hêzên Ewlehiyê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, şer li Herêma Kesk berdewam e û Hummereke leşkerî ya Hêzên Ewlehiyê ketiye destê xwepêşanderan.

Li aliyê din, li gor vîdyoyên ku li ser torên civakî hatine belavkirin, li Besrayê şerekî giran di navbera hêzên ewlehiyê û Hêzên Seraya Selam de dest pê kiriye.