Kazimî bang li Sedr kir ku xwepêşanderan ji Herêma Kesk vekişîne

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr daxwaz kir ku xwepêşanderan ji nav sazî û dezgehên hikûmî vekişîne û got, “Rewşa metirsîdar a li Iraqê encamên xeternak ên berdewamiya nakokiyên siyasî nîşan didin.”

Mistefa Kazimî anî ziman, “Pêşketinên metirsîdar ên ku li Iraqê qewimîn, çûyîna xwepêşanderan nav Herêma Kesk û saziyên hikûmetê, encamên metirsîdar ên berdewamiya nakokiyên siyasî nîşan dide.”

Mistefa Kazimî ku di heman demê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê ye jî, bang li xwepêşanderan kir ku demildest ji Herêma Kesk derkevin û bang li hemû aliyan kir.

Kazimî bang li Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr kir ku ew bang li xwepêşanderan bike ku xwe ji saziyên hikûmetê vekişînin û got, “Êrîşên li ser saziyên hikûmetê, şermezarî û neqanûnî ne.”

rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr îro Duşemê 29ê Tebaxa 2022an, biryara da ku dest ji siyasetê berde û alîgirên Tevgera Sedr li Bexdayê dest bi xwepêşandanan kirin û derbasî Herêma Kesk a ku baregehên piraniya saziyên dewletê lê ye bûn.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê îro di demjimêr 15:30an de piştî ku alîgirên Tevgera Sedr ketin hundirê Koşka Serokomariyê qedexeya derketina derve ragihand.

Mistefa Kazimî jî piştî ku alîgirên Sedr derbasî Herêma Kesk bûn, biryara rawestandina civînên kabîneyê dabû.