Cemal Koçer: Sedr nikare ji siyasetê vekişe û dê di demeke nêzîk de vegere

29-08-2022
RÛDAW
Serokê Fraksiyona Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Cemal Koçer
Serokê Fraksiyona Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Cemal Koçer
Nîşan Iraq Muqteda Sedr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Fraksiyona Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê got, “Eger Sedr xwe ji proseya siyasî vekişîne, hemû hêviyên wî yên siyasî dê bimiriyana, xuya ye ku vekişîna wî dê şert û mercên nû li ser aliyên siyasî ferz bike.”

Serokê Fraksiyona Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Cemal Koçer îro Duşemê 29ê Tebaxa 2022an ji Rûdawê re li ser vekişîna Rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr ji siyasetê û rewşa dawî ya Iraqê axivî û got, “Du rê li ber Sedr in, yan divê xwepêşanderan bibe ser dezgehên hikûmî yan jî divê bi temamî dest ji siyasetê vekişîne û derfetê bide Çarçoveya Hevahengiyê ku hikûmetê ava bike.”

Cemal Koçer anî ziman, “Îhtimal heye ku qonaxeke dijwartir were pêş û Sedr nikaribe berpirsiyariyê bigire ser milê xwe ji ber ku dema xwe ji proseya siyasî vekişand got tiştê ku diqewime ne helwesta min e, yê xelkê ye. Berpirsiyariyê dixe stûyê civakê, qonax ber bi aloziyê ve diçe û dibe ku xelk were kuştin, rewş ber bi tundûtûjiyê biçe.”

Koçer li ser biryara Sedr a vekişîna ji siyasetê got, “Dibe ku ev pêngava Sedr ji bo wê yekê be ku têgihîştibe ku yan vekişe û destûrê bide avakirina hikûmeteke ku paşê li ser navê binpêkirin û gendeliyê derdora wî û hêzên nêzîkî wî bigirin û tune bikin, yan jî xwe biparêze û rewş ber bi qonexeke xirab biçe.”

Cemal Koçer her wiha got, “Sedr dê vegere qada siyasî, heger venegere, hemû hêvî û daxwazên wî dê bimirin ku yek ji hêviyên wî ew e ku bibe Merciyê Bilind ê Iraqê û her hikûmeteke pirraniya bihêz li Iraqê ava bike, ew jî bi vekişandina ji siyasetê nabin.”

Koçer li ser helwesta aliyên Iraqî derbarê vekişîna Sedr anî ziman “Aliyên siyasî yên Iraqê baş dizanin ku nemana Sedr di pêvajoya siyasî de ji bo wan dê bibe sedema gelek serêşiyan, lewma dê di dawiyê de herin û daxwaz ji wî bikin ku vegere ji ber ku dê ji bo parlamento, sazî û hikûmetê jî pirsgirêk durist bibin, dema ku Sedr vegeriya jî dibe ku hinek şertên wî hebin û bi aliyan bide îmzekirin ku bên cîbicîkirin.”

Cemal Koçer diyar kir şerê navxwe yê Şîeyan dernakeve û got, “Eger Sedr hêzên Seraya Selam û komîteya xwepêşandanan hilweşîne, ev tê wê wateyê ku şerê navxwe yê Şîeyan dernakeve û Muqteda Sedr bi xwe jî çend caran gotiye ew rê nade ku rewş bigihê asta rijandina xwînê. Lewma şerê di nava mala Şîe de îhtimaleke lawaz e.”

Cemal Koçer li ser civîna parlamentoyê li derveyî Herêma Kesk jî anî ziman, “Çarçoveya hemahengiyê bi me re têkilî danî û ji me re gotin ku ji bo beşdarbûna civîna parlamentoyê li derveyî avahiya parlamentoyê xwe tomar bikin û cihê civînê diyar nekiribûn, em wek Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê naxwazin deriyê diyalogê bigirin lê ji ber dibe ku civîn bibe sedema aloziyên zêdetir, me got em dixwazin saziyên hikûmetê çalak bin, bi taybetî parlamento lê ji bo ku xwîn nerije bila civîna serkirdeyên siyasî yên Iraqê berdewam bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst