Li Bexdayê qedexeya derketina derve hat ragihadnin

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî biryara Muqteda Sedr a destberdana ji siyasetê û xwepêşandana alîgirên wî li gelek taxên Bexdayê û bi taybet li navçeya Kesk a vî bajarî, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê qedeya derketina derve li Bexdayê ragihand.

Li paytextê Iraqê bajarê Bexdayê ji ber çalakiya alîgirên Muqteda Sedr qedexeya derketina derva hat ragihandin.

Li gor biryara Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, qedexeya derketina derve li Bexdayê ji îro demjimêr 15:30 ve dest pê dike û li gor biryarê rê bi hatin û çûna hemwelatiyan û otomobîlan nayê dan.

Di daxuyaniya ragihandina qedexeyê de hatiye gotin, ku biryara qedexeyê ji bo aramkirina rewşê ye.

Berî ragihandina qedexeyê, Fermandariya Operasyonên Hevbeş di daxuyaniyeke din de daxwaz ji xwepêşanderan kiribû, demildest ji navçeya Kesk a Bexdayê derkevin.

Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr îro di peyamekê de li ser twittera xwe ragihand, wî bi tevahî dest ji siyasetê berdaye.

Piştî peyama Sedr, alîgirên wî daketin kolanên Bexdayê û hewl dan derbasî navçeya Kesk bibin, hêzên ewlekariyê hewl didin bi ava şid hewl didin xwepêşanderên alîgirên Sedr belav bikin.

Sedr wiha gotibû, "Ez radigihînim ku min dest ji karên siyasî kişand û ez bi temamî ji siyasetê vekişiyam. Merzelê bavê min, saziya berhema dîrokî û muzeya malbata Sedr ne tê de, min biryara girtina hemû saziyan da."

Ev helwêsta Muqteda Sedr di demekê de ye ku ji dawiya meha bihorî ve alîgirên Tevgera Sedr li nêzîk avahiya parlamentoya Iraqê dest bi çalakiya rûniştinê kirine û daxwaza hilweşandina parlamentoyê û lidarxistina hilbijartinên pêşwext dikin.