5 fermandar hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw)- 5 fermandarên Iraqê li ser sînorê Iraq – Urdinê di encama teqîna bombeyekê de hatin kuştin.

Hat ragihandin ku, îro li sînorê Tirêbîlê bombeyek bi otomobîla 5 fermandarên Artêşa Iraqê de teqiya û di encamê de her 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Kuştina wan 5 fermandaran di demekê de ye ku, roja Pêncşemê di encama êrişeke xwekujî de Fermandarê kurd di Artêşa Iraqê de Sefîn Mela Mecîd şehîd bû.

Herwiha Alîkarê Fermandarê Operasyonên Enbarê Ebdulrehman Mehdî û 4 zêrevanên xwe ji ber heman êrişa xwekujî de li bakurê Rumadî hat kuştin.

Sînorê Tirêbîlê 370 km dûrî paytexta Urdinê û 570 km jî dûrî Bexdayê ye.

Tenê bi rêya wî sînorî di navbera herdu welatan de kelûpel û petrol û geştiyar diçin û tên.