Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê û fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên wî welatî, Heyder Ebadî fermandeyekî ereb danî dewsa fermandeyê kurd ê artêşê Sefîn Mela Mecîd.
Roja 27ê Tebaxa îsal, fermandeyekî kurd ê artêşa Iraqê bi navê Sefîn Mela Mecîd, di encama êrişeke xwekujî ya DAIŞê de li nêzîkî bajarê Rumadî yê Iraqê şehîd bibû. Di wê bûyerê de fermandeyekî din ê artêşa Iraqê û 4 leşkerên iraqî jî hatibûn kuştin.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro ragihand, li dewsa wî fermandeyê kurd, fermandeyekî ereb bi navê Mehmûd Fellahî daniye.
Ebadî her wiha da zanîn, li şûna fermandeyê din jî fermandeyekî bi navê Mecîd Hemîd Casim Fetlawî hatiye danîn.
Cenazeyê şehîd Sefîn Mela Mecîd duh li bajarê Hewlêrê hat veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse