Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê rastî êrişa rokêtî hat

29-07-2021
RÛDAW
Nîşan Iraq Bexda Balyozxaneya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navçeya Kesk a Bexda ya paytexta Iraqê îro rastî êrişeke rokêtî hat û du rokêt li nêzîk Balyozxaneya Amerîkayê ketine.

Ew rokêt li navçeya Cadiriye ya Bexdayê ketine û peyamnêrê Rûdawê dibêje, di vê êrişa rokêtî de ti zirarên canî çê nebûne, lê zirarên maddî çê bûne.

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn, zirar gihîştiye otomobîlekê û şûşeyên (camên) hin xanî û avahiyan û ûikestine.

Hêj ti aliyekî berpirsyariya êrişa rokêtî ya îro bo ser navçeya Kesk a Bexdayê li xwe negirtiye.

Êrişa îro piştî bidawîbûna gera çarem a danûstandinên stratejîk ên di navbera Iraq û Amerîkayê de pêk hat. Waşington û Bexdayê ragihandine, ew gihîştine rêkeftinekê ji bo ku hêzên şerker ên Amerîkayê li axa Iraqê nemînin, herwiha misyona hêzên Amerîkayê yên li Iraqê jî tû guhertin û erkê wan tenê dibe şewir û rahênana hêzên Iraqî.

Bi guhertina mîsyonê re, di guhertina hejmara leşkeran de tu guhertin nehatine eşkerekirin û ne diyar e ka gelo dê hejmara leşkerên Amerîkî yên li Iraqê ku hejmara wan niha 2,500 kes in, bê kêmkirin an na.

Roja 6ê Tîrmeha îsal jî bi firokeyên bê firokevan êrişî ser Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hatibû kirin. Wê demê grûpên Şîe yên nêzîk li Îranê ragihandibûn ku bi çar firokeyên bê firokevan êriş hatiye encamdan.

Roja 8ê vê mehê jî bi sê mûşekan, avahiya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê hatibû armanckirin. Yek ji wan mûşekan bi rêya sîstema dijî mûşekî ya li balyozxaneyê hatibû teqandin, ya duyem bê zirar li Taxa Belediyat ketibû xwarê û ya sêyem jî li otomobîle kesekî li taxa Şêx Omer ketibû.

Piştî kuştina Qasim Sulêymanî, fermandarê berê yê Hêza Quds a Îranê û Ebû Mehdî Muhendis Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî ji aliyê Amerîkayê ve, nêzîkî 10 grûpên tundrew ên Heşda Şeibî, eniyek bi navê Eniya Berevaniyê ragihandin û ku binke û baregehên dîplomasî û serbazî yên Amerîkayê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê dikin armanc.

Rebullah, Seraya Ewliya El-Dem, Ketaîb Seyid El-Şuheda grûpên herî diyar ên di nav wê eniyê de ne.

Heşda Şeibî ku piştî êrişên DAIŞê yên di nav Iraqê de, sala 2014an bi fetwaya rêberê şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî hat damezrandin, niha ji 67 grûpên çekdar pêk tê.

Tevî ku li gor qanûnê, Heşda Şeibî beşek e ji sîstema berevaniya Iraqê, lê belê heta niha li derveyî kontrola Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst